Abdullah Ocalan - Kurd di dîrokê de - Rêşad Sorgul (رێشاد سۆرگول)
li Kevana Bi Bereket,
li nava Kurdistanê,
komên mirovan ên bi ziman ketin,
gund ava kirin, cot kirin,
li banî û zozanan koçêrî kirin,
cara pêşî tevn, alet, destar, conî, kûzik û dîzik çêkirin,
beriya bi 12 hezar salan perestgeh ava kirin,
şêwr gerandin,
jiyan kirin huner
heqîqeta vê bi zirne, bilûr û daholê darî çav kirin,
bi dengên xwe yên ji dil û kezebê serhatiye xwe anîn ziman,
ji paşerojê re hiştin.
li qûntara çiyan,
li keviyên reşbelekên berfê,
li bin tavheyvê,
li ber roja zêrîn,
li dora agirê holbûyî,
jiyan deribandin,
tim li serê kur û çiyan bûn,
navê wan pê hat hildan,
ew qebîleyên kurtî bûn
ew qewmê çiyê bûn,
Gotî, Horî, Mîtanî, Sûbarû, Nairî û Haîtî bûn,
Li vir jiyan wisa hat çandin pir kûr reh berda,
Rehên vê çanda li kevana çiyayên Toros-Zagrosê,
Li dewrûberê,
Weke çanda Sumer, Nîl û Pêncavê şax berda,
Ji Çinê heta bi Hindê û heta bi Ewrûpayê belav bû.
Kurd bi hezar salan bi çanda qebîleyê rabûn,
Hinek ji wan daketin deştan û ji yên çiyê cihê bûn,
Bi yên çiyê re bêbextî kirin,
Bûn kurmê darê,
Enkîdoyê kurtî bi bajariyan re hevkarî kir,
Hûmbabayê ku rûspiyê kurtiyan bû da kuştin,
Wexta poşman bû,
Xwe avêt lingê Gilgamêş ji bo wî bikuje,
Lê qebîleyên kurtî her tim li çiyan azad man
Li dijî şar şaristaniyan şer kirin,
Konfederasyonên mezin ava kirin,
Bi navê Hûrrî, Gotî, Mîttanî, Ûrartû û Med hatin naskirin,
Bi felsefe, bîrûbaweriya Mazdek, Zerdeşt û Manî
Exlaq û pîvanên xweza û civakê destnîşan kirin,
Kurmê darê li cem Medan careke din derket holê,
Harpagos xiyanet li Keyayê dawî yê Medan Astiyag kir,
Astiyag bi hêrs jê re weha dibêje;
“Hey rezîl, te xiyanet li min kir, keyatiya min hilweşand.
Qet nebe tu bi xwe li textê min rûniştina.
Hey te ev ne kir, qet nebe te keyatî bi destê Medan ve berdana.
Çima te keyatî bi rezîlî bir radestî xulamê me Kyros kir?”
Ji wê rojê ve qebîleyên kurtî her serberjêr çûn,
Pêşiyên Kurdan bi Îslamê re bajarên xwe ava kirin,
Serdestên xwe çêbûn û dewlet ava kirin,
Fermandarên mezin û alimên giregir ji nava wan derketin,
Kurd weke deştî û çiyayî bûn du beş,
Bi Peymana Qesr-î Şîrîn a 1639’an bûn du parçe,
Civaka Kurd ne tenê bû du parçe
Weke jêr û jor jî dabeş bû,
Bûn berdest, belawela û bê tifaq,
Lewma Ehmedê Xanî qala vê rewşê kir,
Hesreta kurdan a bi serdestiyê anî ziman,
Kurdên efendî û evdîtî nas nedikirin,
Bûn berdestî û suxrekarên serdestan,
Êdî ne xwedawenda wan Star hebû
Ne jî Zerdeştekî wan ê hesab bipirse û bibêje,
“hûn kî ne?”
Êdî bê xwedan, bê kitêb û mishef in,
Ketin çerxekê ji xwe re bibêjin;
“me kurdî halê xwe wer dî”
Kurdên zordestiya Asûr şikandin
Ji tevahiya qewman re Newroz diyarî kirin,
Bûn pîrika tevahî mirovahiyê,
Bûn kotrimên li ber deriyên wan,
Kî tê û diçe li nava serê wan dide,
Di du sed salên dawî de
Kurd ji rêxistinî, îdeolojî û çalakiyê mehrûm bûn,
Li devera mirovatî bi ziman ket Kurd bûn bê ziman,
Li welatê dayikniştiman ê NAN Kurd bê NAN e.
Şerpeze, perîşan û belangaz e,
Di ser halan re hegemonan ew kirin çar parçe,
Her dagirkerê parçeyekî qîlê xwe bi wan de bir
Kurd bi qanûnên hesin, asîmîlasyon û kuştinê,
Xistine cercereya qirkirinê,
Eger tu bibe kurd her tiştî bi serê te de tînin
Eger tu xwe înkar bike derî li te vedibin,
Bêdengiyeke mîna li nava goristanan
Ewrên reş û tarî li ser Kurdistanê,
Di demeke welê hêvî çilmisî de,
Çi malkambaxiye,
Hebûn û tinebûna kurdan tê guftûgokirin,
Baweriya kesî nema bû roj ji nû ve hilê,
Ji nû ve dar û gîha zîl bidin,
Ha di demeke welê de
Ku her kesî kefenê xwe dibirrî,
Tevgera Azadiyê bi bereketa Xwedawendên çiyayên Toros Zagrosê,
Weke Brahîm Xelîl meşiya,
weke Mûsa yê li çiyayê Sînayê peyivî,
weke Îsa yê li Qudsê li ber împaratoran rabû,
weke Muhammed ê li Medîneyê li dijî cehaletê têkoşiya.
Bi vê jî qîma xwe neanî; li pey Nitsche, Bruno, Erasmus, Babeuf, Bakunîn, Marks, Lenîn û Mao şop gerand,
Xwe ji Zerdeşt, Buda, Konfuçyus û Sokrates bêpar nehişt,
Dîsa xwe ji şopên xwedawend Starê heta bi Înannayê, ji Qîbele, Meryem, Fatma û heta bi Rosayê mehrûm nekir para xwe girt,
Bi qasî ku karibe hilgire, xwe bi tevahiya heqîqetê gurçûpêç kir.
Kurd hê jî hebûna xwe ya çandî diparêzin,
Ji ber ku xwe dispêrin çand û rêûresmeke xurt a tarîxî.
Û îro careke din ji bo mirovatî bibe xwedî civakeke bi exlaq û polîtîk
Rêzan û rênîşaner e.
1 view
166
57
9 months ago 00:07:14 1
Abdullah Ocalan - Kurd di dîrokê de - Rêşad Sorgul (رێشاد سۆرگول)
9 months ago 00:06:36 1
The 15th of February - black day for freedom and hope
9 months ago 00:13:01 1
Rusya’nın PYD planı: Suriye ve Irak’ta ne olacak?
9 months ago 00:08:07 1
Abdullah Öcalan ’yı Nasıl Kurdu - Nedir Hedefi ve İdolojisi Nedir
9 months ago 00:31:20 1
WAN’DA BÜYÜK ÖZGÜRLÜK YÜRÜYÜŞÜ STARTI
10 months ago 00:18:59 1
Tecrîda mutleq a li Îmraliyê didome: Ji ber tenduristî û ewlehiya wî fikarên me hene
10 months ago 00:17:36 1
Cumhuriyet Öncesi Son Kürt İsyanı | Koçgiri İsyanı
11 months ago 00:04:25 1
ÖMER ÖCALAN: ACİLEN AİLE VE AVUKAT GÖRÜŞMESİ SAĞLANMALI