Dilberê Serdarê Xûban - Melayê Cizîrî & Necat Zivingî

Dilberê serdarê xûban Ez nizam ageh heye ’Arif e bi halê qulûban ’Alim e bi halê me ye ’Alim e bi daxê fuadan Gezmeyên wan nûn û sadan Çûne dil hetta biradan Yengiyê reşgoşe ye Gezmeyên wan sad û nûnan Awirên eswed ’uyûnan Radikîn ew qetl û xwînan Min diye û dil şehde ye Lazim e-l sultan û mîran Pirskirin li halê esîran Em kirin amancê tîran Suxteyên dermande ye Hêj nizanim mîr di bîr in Zanit em sî sal esîr in Çehvenêr pirsek emîr in Lew bi rehm û şefqe ye Pir dibêm şefqe li bal e ’Arif e û sahib kemal e Carînan bîne xiyal e Pirs bikit çi lê heye Şefqe kit carcar nihînî Toleyê astan vexwînî Da vekim daxan bibînî Nar û pêt û şu’le ye Da bizanit pêt û nar im Kuştiyê cohtê xumar im Muhbetê sohtim biwarim Lazim ew zanit we ye ’Alim e bi derd û birînê Ma dema dîdar û dînê Xef dibit remza evînê Vê bizan bêşubhe ye Herdema dilber diyar bit Can û dil têk tar û mar bit Dê çi reng muhbet sitar bit Xefkirîn bêfeyde ye Herdema mehbûb zuhûr bit Zêde mezher bêqusûr bit Dê tecellayek li Tûr bit Berqê lami’ cezbe ye Cezbeyê dil ji wucûd bir Xef ji ber ceynê hesûd bir Min di mihrabê sucûd bir Lê hecer nîşane ye Secdeya ber nûn û dalan Min tewafa zulf û xalan Ev bes e-j sahib cemalan Da biçin lê cumre ye Ê yekê sadiq hebînî Bêhîcab ger ew bibînî Ma li hişyarî diminî Serxweşê bêbade ye ’Işq e tuxraya nihînî Herdema mehbûb dibînî Dê bi dil lazim bixwînî Ev çi ism û nusxe ye Lamî’a wê husn û nûrê Gerçi tê dil şubhê Torê Batina nayê zuhûrê Lê hicab û perde ye ’Arif in me’naşunas in Lê bi sed sûret libas in Xeyrê mehbûb wan nenas in Xef ji wan zanî me ye Ê li min yengî kişandî Sed xedeng vê ra reşandî Dil ji derbê herişandî Ez kirî extirme ye Lazim ew zanit bi halî Dilber û yarê muwalî Gezmeyên qewsên hilalî Derb li nîva sîne ye Hêj dibêm mehbûb nizanî Min ew e rûh û kiyanî Pirs nekir bîra xwe nanî Ev çira perkende ye Pirs nekir şahê cehanî Yûsifê dewr û zemanî Ev çi xak e li asitanî Bel esîrek ji ên me ye ...
Back to Top