Guhdarên hêja wek her rojên yekşeman, vê carê jî hûnê ji rêzenivîsa “35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” derheqa jînenîgarî û berhemên nivîskar an jî helbestvanekî me da guhdarî bikin. Vê carê emê behsa jînenîgarî û çend berhemên Eskerê Boyîk bikin. Ew bername him bi cûrê nivîskî, him jî bi deng di malpera me da heye.
Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê nivîskar, yek ji karmendên malpera me Têmûrê Xelîl e.