Ey bulbulê dilşadî - Seydayê Tîrêj

ey bilbilê dilşadî hela wer bike fîxan derdê me girane ey bira birîna me kûr e gorî te bikin cerg û dil û mêlak ê hem can dengê te ye xweştir ji ney û nay û bilûrê sê hawe te deng yek ji sira bayê siba ye hawayê dî ji dengê xuşîna dehl û reza ye hawê sisîya ji bihna şemamok û gula ye lewra ku li dinyê tu bi nav û tu meşûr e karwanê me va bi rê ketî lê şevreş û tarî serma ye terez kulyên di berfê her dibarî bahoz e çelapek têne me ji her çar kenarî warê me welat e ey heval rêka me dûr e çar hawîr me diz û keleş in tev dane dijmin me ji hev radiqetînin bir bi bir heyf û mixa bin qet çare û heviya me nema ye bilbilê min meydan e ji bo hirç û 
Back to Top