Her kesê şareza dixwaze zimanê ku pê diaxive baş bizanibe ji bo bikaribe hest û ramanên xwe rast bîne ziman. Ji bo vê yekê pêwîstî bi zanîna rêgezên avakirina hevokan heye. Dema ku her kurdek rêgezên zimanê xwe baş bizanibe û rast pêk bîne, wê demê di warê axaftina kurdî û çêkirina pêwendîyan de ewê tu pirsgirêkan jîyan neke. Ew rêgez çi ne? Di vê vîdyoyê de mamoste nakeve teorîya rêzimanî, lê hevoksazîya kurdî bi şopdêran re dide naskirin.